Nexşeya Depê
Dep (bi tirkî: Karakoçan) girêdayî Mezrayê / Elezîzê ye. Dep bi rêbejahî
102 km dûrî bajarê Elezîzê ye. Navbera Depê û Çewlîgê (Bîngol) jî bi
rêbejahî 50 km ye. Riya ku ji Elezîzê tê û aliyê Bîngolê heya Wanê diçe,
ber Depê re derbaz dibe. Dema hîna bajar biçûk bû va riya bajêr 4 km dûr
bû. Lê niha bajar berî bi aliyê rê de jî çûye û xwe gihandiye rê.
Çiya:
Çiyayên herî bilind ê Depê li rojhilatê çiyayê Qirûcê (2.372 m) û çiyayê
Qizildağê (1.538 m) ne. Li rojavayê jî çiyayê Tor (1.615 m), çiyayê Celo
(1.594 m) û Diyarê Gazê (1.450 m) bilind dibin.
Çem:
Çemê Pêrê: çavkaniya Pêrê li bajarê Gêxiyê ye. Çemê Pêrê wekî sînorê di navbera
Depê û Nazmiye (Qisle) û Mêzgirtê di başûr de diherike gola Kebanê. Li ser çemê
Pêrêyê sê pirê ji beton û sê pirê ji dar hene. Di bihar û payîzê de ne gengaz e
ku, mirov derbazî hêla din bibe.
Çemê Oxîyê li gundê Sarican derdikeve, ji nav Depê re derbaz dibe û li nêzikê
gundê Golanê dikeve nav çemê Pêrê.
Vegetation:
Rund um die Ebenen und Plateaus des Ohi wachsen ausgedehnte Eichenwälder, mit
Ausnahme des Gebietes um Başyurt. An den Ufern der Bäche und Flüssen finden
wir außerdem Pappeln, Weiden und natürlich auch die Eichen, die zusammen mit
Obstbäumen die Bergregionen dominieren. In der Nähe der nördlichen Dörfer werden
Nüsse von sehr hoher Qualität produziert.
Das Fehlen von Bäumen in den tiefer gelegenen Regionen ermöglicht eine üppige
Vegetation im Frühjahr und Sommer, die wiederum Grundlage für eine erfolgreiche
und qualitativ hochwertige Bienenzucht in Depe.
Aborî û civak:
Aboriya Depê li ser çandinî û ajaldariyê ye. Pir kes ji welêt diçin dewletên
Ewropa ji bo karkirinê. Ew ji lêzimên xwe re pereyan dişînin û di warê aborî de
alîkarî dikin. Erdê ku ji çandiniyê re munasîb e 417.000 dekar e. Ew jî ji sedî 38
(38 %) erdé Depê ye. Tenê 10 %ê vê axê avî, yên din bej e.
Wêne »Yeni Binyılda - Karakoçan«,
Karakoçan Kaymakamliğı Yayını 2002
Nivisar Wîkîpediya, deutscher Text adaptiert von Bernd Tillenburg
|